YRKê kuştina 12 leşkerên Îranê girte ser xwe
Fermandeyekî Supayê Pasdarên Îranê ragihand, çekdarên PJAKê êrişî hêzên wan kirine û di encama şer û pevçûnan de 5 pasdar hatine kuştin.
Li gor medyaya Îranê, gerîlayên PJAKê duh 11ê Tebaxê li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ew êrişî hêzên ewlehiyê yê wî welatî kirine û di encama êrişê de 5 kes ji hêzên Îranê hatine kuştin.
Fermandeyekê Supayê Beytulmoqedes a Kurdistanê ya girêdayî Supayê Pasdarên Îranê li parêzgeha Sine, bi navê Îbrahîm Hisênî ji ajansa Îrna ya Îranê re ragihandiye, di pevçûnên navbera hêzên wî welatî û PJAKê de 5 besîcî yên girdayî Supayê Pasdarên Îranê hatin kuştin.
Li gor gotina Îbrahîm Hisênî her 5 besîcî yên ku di êrişa PJAKê de hatine kuştin, xelkê navçeya Kamyaran a girêdayî parêzgeha Sineyê ne.
Wî Fermandeyê Supayê Pasdaran herwiha daye xuyakirin, ew êrişa PJAKê di tolhildana operasyoneke serkevtî ya hêzên ewlehiyê yên Îranê bo ser binkeyeke wan li ser sînor bûye, ku di wê wê operasyonê de, hêzên Îranê wê binkeya PJAKê kontrol kirin.
Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) îro di daxuyaniyekê de berpirsyariya wê êrişê girte ser xwe.
Piştî daxuyaniya fermandeyekî supayê pasdarên Îranê, YRKê ragihand ku hêzên wan ew êriş ji bo vekirina tola Sîrwan Nejawî, ku çend roj berê ji aliyê Îranê ve hat îdamkirin, kirine.
Girtiyê siyasî yê kurd Sîrwan Nejawî, ku havîna 2012ê li bajarê Kerecê yê Îranê hatibû girtin, bi tohmeta endamtiya PJAKê bi îdamê hatibû mehkûmkirin. Sîrwan Nejawî roja 9ê vê mehê li girtîgeha Tewrêzê hatibû îdamkirin.
YRKê da xuyakirin, ku di wê êrişê de “12 caş û pasdarên Îranê” hatine kuştin.
Baskê Leşkerî yê PJAKê li Rojhilatê Kurdistanê gef li Îranê jî xwariye û gotiye, êdî ti êrişeke Îranê bêbersiv namîne.
Hefteya borî jî YRKê di daxuyaniyekê de aşkere kiribû ku gerîlayên wê êrişî çend qereqolên hêzên Îranê li Merîwanê kirin û di encam de 20 leşkerên Îranê kuştin.
YRKê dabû xuyakirin, ku wan ew êriş wek bersivekê bo binpêkirina agirbestê ji aliyê Îranê ve pêk aniye.
