PDK: Em amadene liser projeya Dr Berhem Salih biaxivin
Endamê Şanda Danûstandinan a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Dilşad Şahab derbarê projeya Cîgirê Duwem ê Sekreterê Giştî yê Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Dr Berhem Salih ragehand: ”Em ji bo guftugoyan reşnivîsa projeya Dr Berhem Salih qebûl dikin. Madem nêrînek heye û aliyekê qebûl kiriye, hemû alî dikarin liser biaxivin. Eve ne weke sepandina nêrîna xwe ye. Jiber vê yekê me pê xweşe ku nêrîna xwe liser bidin.”
Şahab diyar kir tiştek asayî ye ku di nava YNK’ê de jî nêrînên cûda liser vê projeyê hebin lê bi giştî proje ji aliyê vê partiyê ve hatiye pesendkirin û got: ”Dibe giftûgo liser bê kirin. Em çaverê ne ku YNK vê bike projeya xwe û bixe ber giftûgoyan.”
