Ji erd û asmanan ve li DAIŞê dan
Berpirsê Ragihandina Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî Eqîd Dilşad Mewlûd ji Rûdawê re ragihand: “Duhî danê êvarî, balafiran û Hêzên Pêşmerge navend û cihekî çekên giran ê DAIŞê li gundê Aşiq ê Eniya Rojavayê Dîcle dan ber bombe û topan.”
Eqîd Dilşad Mewlûd wiha got: “Di encama lêdana balafiran û Hêzên Pêşmerge de, ew hemû cihên DAIŞê hatin wêrankirin.”
Eniya Rojavayê Dîcle dikeve rojavayê bajarê Mûsilê, berdewam tevgera çekdarên DAIŞê li wê deverê dibe armanca Hêzên Pêşmerge û balafirên hevpeymaniya navdewletî.
Roja Sêşemê Amerîka di daxuyaniyekê de ragihand ku, balafirên hevpeymaniya navdewletî bi serperiştiya Amerîka, di nava 24 saetan de, 20 operasyon li dijî DAIŞê pêk anîne. 10 li Iraqê û 10 li 4 bajarên Sûriyê li dijî DAIŞê pêk anîne.
Operasyonên asmanî yên Amerîka û hevpeymaniyê navdewletî piştî nêzîkbûna çekdarên DAIŞê ji Hewlêrê dest pê kirin.
Piştî girtina bajarokê Mexmûrê yê Başûrê Kurdistanê ji aliyê DAIŞê û nêzîkbûna wan çekdaran ji bajarê Hewlêrê ve, Serokê Amerîkayê Barack Obama şeva 7ê Tebaxa par di gotarekê de ragihand ku Hewlêr li cem wan xeta sor e û ragihand ku hêzên asmanî yên Amerîkayê dê beşdar bin di şerê li dijî DAIŞê de û piştî wê gotarê, 18ê mehê yekemîn êrişa asmanî ya balafirên Amerîka û hevpeymaniyê li dijî DAIŞê li Mexmûrê pêk hat.
Rudaw
