Kurdistan 95 Girtî radestî Îranê kir
Her di vê merasima han de nunerê wezareta karûbarên civakî ya hikûmeta Kurdistanê jî eşkere kir ku welatiyên Kurdistanê yên ku kesûkarên wan anjî mirovekî wan li Îranê hatiye girtin dikarin serdana wezaretê bikin û daxwaza weguhastina Girtiyê bo Kurdistanê bikin.
