• Wednesday, 18 February 2026
logo

Rusya: Çare li gel kurdan kordînasyon e

Gulan Media August 12, 2015 Nûçe
 Rusya: Çare li gel kurdan kordînasyon e
Wezîrê Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov derbarê tekoşîneke hevbeş a li dijî DAIŞê de dibêje hin fikrên nû derketine holê.

Wezîrê Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov piştî hevdîtina li gel Wezîrê Erebistana Siûdiyê Adel el Cubeyr pêk anî ragihand, divê li gel artêşa Sûriye û Iraqê di têkoşîna li dijî rêxistina DAIŞê de kordînasyon bi Kurdan re jî hebe.

Wezîrê Erebistana Siûdiyê Adel el Cubeyr jî amaje kir ku Serokê Sûriyeyê Beşar Esed bi xwe parçeyeke ji pirsgirêkê ye û wiha got: “Paşêroja Sûriyeyê de cihê Esed nîne. Bi xwe pirsgirêk e.” Cubeyr herwiha pêşniyariya “hevkariya li gel Artêşa Sûriyeyê” red kir.

Rusya dixwaze li Sûriyeyê rêveberiya Beşer Esed bidome.

Rayedarên leşkerî yên Rûyayê li Sûriyê şewirmendiya Artêşa Sûriyeyê dikin.

Di projeya Putin de kurd aktorên serekene

Ji aliyê din ve Serokê Rusyayê Vladimir Putin hêza kurdan jî li dijî DAIŞê weke aktoreke sereke dibîne.

Sergey Lavrov 4ê Tebaxê di civîna Konseya Hevkariya li Katarê de gotibû, Putin ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê hevpeymaniyeke nû pêşniyar dike.

Li gorî Moskowê di şerê li dijî DAIŞê de heypemaniya navdewletî pêş nakeve û heger piştgiriya asmanî bide hêzên deijbereya Şûriyeyê dibe ku ew yek bibe sedema xeteriyê.

Rudaw
Top