Li Şirnexê 4 polîs û leşkerek hatine kuştin
Li taxa Başak a navçeya Silopî ya ser bi Şirnexê, îro danê nîvro di dema derbasbûna otomobîla polîsên taybet de bombeyek çandî teqiya û di encam de 4 polîsên Tevgera Taybet mirin.
Hate gotin ku bomba çandî ji dûr ve hatiye teqandin. Li navçeyê hêzên ewlekariya Tirkiyê operasyonek mezin destpê kirin.
Di nava hefteyê de li Silopî xelkê rê nedabû ku polîs bikevin malan û pevçûn derketibûn. Polîsan raste rast gule li xelkê rijandibû û welatiyên bi navê Hamdi Ulaş, Kamuran Bilin û XidirTamboga sivîl jiyana xwe jidest dabûn, polîsê bi navê Muhammet Onur Demir jî miribû.
Ji aliyê din ve li navçeya Bêşebap a Şirnexê îro danê sibê di demjimêr 7:00 ê de gerîlayên PKK’ê bi roketan êrîşê helîkoptera skorsky ya leşkerî kirin û di encama êrîşê de leşkerek mir û 7 leşkerên din jî birîndar bûn.
Hate gotin ku artêşa Tirk li herêmê operasyoen berfereh dane destpêkirin û helîkopterên şer jî çiyayan bombebaran dikin.
basnews
