Şandeke YNKê diçe Tirkiyeyê
Nûnerê YNKê li Enqere Behroz Gelalî ji Rûdawê re ragihand: “Îro em ligel Berpirsê Dosyeya Iraq û Herêma Kurdistanê li Tirkiyeyê Ehmed Yezal civiyan. Me di wê hevdîtinê de behsa pêwendiyên dualî û pirsa aştiyê û bombebarana balafirên Tirkiyeyê li ser Başûrê Kurdistanê, kir.”
Behroz Gelalî wiha got: “Di demeke nêzîk de şandeke Polîtburoya YNKê dê serdana Tirkiyeyê bike bo gotûbêjkirina hemû pirsgirêkên ku niha li Herêma Kurdistanê û Iraqê hene.”
Rayedarê berê yê PKKê û birayê Abdullah Ocalan, Osman Ocalan îdia kir ku ji destpêka şerê DAIŞê ve heta niha YNKê 20 milyon dolar daye PKKê û wiha got: “Mela Bextiyar û Hêro xan rolek mezin di dayîna wan alîkariyan de dilîzin. PKK jî di warê siyasî de alîkariya YNKê dike û di rewşên teng de pişta wê digire. Birastî ev rêkeftina PKK û YNKê rêkeftineke nexweş e.”
Li ser wan gotinên Ocalan, çavkaniyeke darayî ji Polîtburoya ji medyayên partiya xwe re ew gotin red kir û ragihand: “YNKê dizane Osman Ocalan ev demek e ku bo dezgeheke taybet kar dike. Eger dixwaze xwe nêzîkî Enqere bike, riyên din hene, bila ne bi rêya belavkirina agahiyên nerast li ser YNK be.
Rudaw
