• Wednesday, 18 February 2026
logo

‘Hêvî heye ku beriya 20’ê Tebaxê pirsa serokatiya herêmê zelal bibe’

Gulan Media August 10, 2015 Nûçe
‘Hêvî heye ku beriya 20’ê Tebaxê pirsa serokatiya herêmê zelal bibe’


Endamê Komîteya Rêveber a Komela Îslamiya Kurdistanê Bîlal Silêman daxuyand ku heger Barzanî serokê herêmê jî nebe dikare bo dewleta Kurdî kar bike.

Endamê Komîteya Rêveber a Komela Îslamiya Kurdistanê Bîlal Silêman bo BasNews axivî û got ku peyama Mesûd Barzanî ya desrbarê qeyrana siyasî ya herêma Kurdistanê piralî bûye, beşek liser pêywendî û reşwa navxwe, beşek liser yasayan û beşek jî liser serxwebûna Kurdistanê bûye û got: ”Bê guman dê gotinên me jî derbarê vê daxuyaniyê de hebe.”

Silêman diyar kir ew bawer nake ku ti aliyek li dijî serxwebûna Kurdistanê be, lê tişta pêşiya serxwebûnê asteng ewe ku hêz û aliyên Kurdî di nava xwe de yekgirtî nînin.

Bîlal Silêman got: ”Piştî peyama Barzanî jî dê civînên me berdewam bin. Hêvî heye ku beriya 20’ê Tebaxê ev pirs di navbera aliyan de zelal bibe. Divê alî lihev bên.

Silêman daxuyand ku mijara serxwebûna Kurdistanê jî yekem car erkê Serokê Hêrêm e û her wiha ya hikûmeta û parlamenê ye. Navborî got: ”Barzanî serokê herêmê jî nebe dikare bi pêgehê xwe, bo dewleta Kurdî kar bike.”

Basnews
Top