Gelo PKK dê êrişî PDKê bike?!- KCK bersiv dide
KCKê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihandiye, hinek sazî û navendên ragihandin û çapemeniyê nûçe û agahiyên xelet û derew belav kirine û îdia kirine ku PKK dê êrişî PDKê bike.
Di daxuyaniya KCKê de hatiye gotin ku hêceta wan sazî û navendên ragihandinê jî ew e ku PKK, PDKê li hember êrişên vê dawiyê yên Tirkiyê li dijî xwe berpirsiyar dibîne ji ber wê jî dixwaze êrişî wê partiyê bike.
KCKê ragihandiye ku ew bi tundî wan nûçe û yên ku wan nûçe û gotegotan belav dikin, şermezar dikin û bi zimanekî zelal û eşkere dibêjin, tiştekî wisa tine û ew nûçe û gotegot hemû derew in û armanca wan hêz û kesên ku van tiştan belav dikin, ew e Kurdan berdin hev.
Di daxuyaniya KCKê de wiha hatiye gotin: “Li dijî yên dixwazin di navbera kurdan de şer derxînin, bersiva herî baş, xurtkirina xebatên yekîtiya neteweyî ye. Li ser vê bingehê em bang li hemû partiyên siyasî, rêxistin û şexsiyetan dikin ku li dijî yên ku dixwazin di navbera kurdan de şer derxînin helwesteke zelal nîşan bidin û xebatên yekîtiya neteweyî xurt bikin.”
rudaw
