Bîlançoya şerê îro yê Stenbolê- 3 kuştî 11 birîndar
Îro danê sibê li du deverên Stenbolê şer û pevçûn di navbera hêzên ewlehiyê û çekdaran de derket.
Li devera Sultanbeyliyê, navenda polîsan a ku bi şev rastî êrişa xwekujî hatibû, rastî êrişa çekdarî hat, di bûyerê de polîsek û 2 çekdar hatin kuştin, 5 sivîl û 5 polîs jî birîndar bûn.
Bûyera din a Stenbolê jî li devera Sariyerê ya Stenbolê qewimî. Di wê bûyerê de 2 kesên çekdar êrişî Konsulxaneya Amerîkayê kirin ji ber wê di navbera wan û hêzên polîs de şer derket.
Li gorî agahiyan, yek ji wan çekdaran jin û yê din jî zilam bû.
Hat gotin ku çekdara jin bi birîndarî hatiye girtin û yê din jî reviyaye.
Li gorî medyaya Tirkiyê, çekdara jin endama rêxistina çep a DHKP-C ye û temenê wê jî 51 sal e. navê wê çekdarê Hatîce A. hatiye ragihandin.
Rudaw
