Qadir Azîz: Wê Barzanî dîsa bibe Serok
Azîz got “ Ez ji we hamûya baştir dizanim ka bê mesele çiye û egera vê dijatiya siyasî çiye. Ewê sibê bibe berbijar tenê Barzanî ye û Amerika û Awropa jî piştgiriya wî dike.”
Sekreterê Partiya Ayînde weha axifî “ Ez di xwazim vê ji were bêjim hebûna Barzanî ne bi daxwaz,hêz û desthilata Partiya Demokrata Kurdistanê(PDK) ye. Ev hêz piştgiriya Amerîka û Awropaye. Ne YNK, ne Goran û ne jî aliyên din nikarin rijtbin li ser vê daxwaza xwe. Yekgirtu zu têgehîşt ke ev babeta çi mifa jê nayê wergirtin k udi destpêkêde wan ji piştgirya wan 4 partiyan dikir. Aniha cûda nêzîk vê babetê dibe. Mesele ne Tirkiye ye û ne jî tirse ji xwe aniha ji tiştek jî nîne cîhê tirsê be. Em di serdemeke dinde dijîn, em di salê 1990’andene, ew dem derbasbû. Kes nikare bi kar anîna hêz tiştekî bi dest bîne. Biraderên li Silêmanî nikarin tiştekî bikin, eger bi rêkên yasayî jî kar bikin. Ez dixwazim vê jî ji wan re bêjim hebûna Barzanî ne bi hêz û desthilata PDK’ê ye. Amerîka û Awropa bi xwe piştgiriya wî dikin.”
Azîz diyar kir ku “ Ji wan 4 partiyan daxwaz dikim ku biryara xwe li gor berjewendiyên giştî bidin. Neg biryarek were dayin ku di berjewendiyê aliyekî debe.”
