Parlamentoyê hişyarî da: Rewş metirsîdar e!
Alîkarê Serokê Parlamentoya Kurdistanê, Ceifer Îbrahîm Êminkî îro derbarê şandina raporta Komîteya Yasayî ya li ser serrastkirina yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê bo Parlemantoya Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de ku li ser malpera fermî ya Parlamentoya Kurdistanê hatiye belavkirin, Ceifer Êminkî dibêje: “Serokê Parlamentoya Kurdistanê zêdegavî li ser kar û desthilat û taybetmendiyên karê xwe kiriye û li derveyî berpirsyariya yasayî û parlemanî, bi şêweyeên cur bi cur şûna Komîteya Yasayî girtiye.”
Ceifer Êminkî derbarê lidarxistina civîna parlamentoyê de bo gengeşekirina raporta Komîteya Yasayî di daxuyaniya xwe de dibêje: “Hewldan bo encamdana civîneke asayî yan jî ne asayî ya parlamentoyê di çarçoveya dûrketin ji lihevkirina niştîmanî û binpêkirina wan bingehan de ye ku ev xûla parlamentoyê û kabîneya heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser ava bûne.”
Alîkarê Serokê Parlamentoya Kurdistanê hişyariyê de û dibêje: “Lidarxistina civîna parlamentoyê rewşê ber bi qonaxeke metirsîdar ve dibe, çimkî hemû ew pêngav tenê û tenê dûrketin e li lihevkirinê û penahbirine bo piranyeke aloz û paşguhxistina dengên sedan hezar hevwelatiyên Kurdistanê. Her ew yek jî bûye sedem ku proseya lihevkirinê hetaastekê di navbera aliyên siyasî de aloz be û parlamentoya Kurdistanê jî li cihê ku wek hemêşe beşek be ji çareserî û tenahiya siyasî, niha nek tenê beşek e ji kirîzan, bekû rewş aloztir jî kiriye.”
Di beşeke din a vê daxuyaniyê de tê gotin: “Mixabin niha Parlamentoya Kurdistanê nikare bersiveke dilhêsayîkir bide malbat û kesûkarên şehîdan û pêşmergeyên qehreman. Herwiha proseya siyasî bi wê karê neberpirsane gihîştiye asta têkçûnê û jikarketinê.”
Ew demek e ku pirsa kursiyê Serokatiya Herêma Kurdistanê û mana Serokê Herêma Kurdistanê yê niha Mesûd Barzanî, ku di 19ê Tebaxê de dema serokatiya wî bi dawî tê, di navbera aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê de tê gotûbêjkirin û aliyên siyasî di vê bareyê de ligel hev nakokin.
PDK û kêmîneyên Başûrê Kurdistanê û çend partiyên din ên Herêma Kurdistanê di wê baweriyê de ne ku pêwîst e ew pirs bi lihevkirinê û li gor berjewendiya niştîmanî ya Herêma Kurdistanê bê çareserkirin, nek bi kêmanê û piranê ya parlamentoyê.
Ji aliyekê din ve, YNK, Goran, Komel û Yekgirtû jî bo çareserkirina pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê çend proje pêşkêşî parlamentoyê kirine û dixwazin ew pirs di parlamentoyê de were çareserkirin.
Biryar e îşev Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di bareya wê pirsgirêkê de helwesta fermî ya xwe rabigihîne.
Rudaw
