• Wednesday, 18 February 2026
logo

Başûr- Kirîza serokatiyê derbasî qonaxeke din dibe

Gulan Media August 9, 2015 Nûçe
 Başûr- Kirîza serokatiyê derbasî qonaxeke din dibe
Lêjneya Hiqûqê ya Parlamentoya Kurdistanê dê rapora xwe li ser sererastkirina qanûna Serokatiya Herêma Kurdistanê radestî Parlamentoya Kurdistanê bike.

Heta niha partî û hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kirîza serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê çareser nekirine.

YNK, Tevgera Gorran, Komela Îslamî û Yekgirtûya Îslamî dibêjin, bila Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê parlamentoyê ve were hilbijartin lê PDK û hinek partiyên din vê yekê qebûl nakin.

Partiyên siyasî bi wê mercê razî ne Barzanî heta 2 salên din jî li ser kursiya xwe bimîne ku Serok ji aliyê parlamenoyê ve were hilbijartin.

Parlamentoya Kurdistanê roja 23ê Hezîrana îsal li ser pêşniyara YNK, Tevgera Gorran, Komela Îslamî û Yekgirtûya Îslamî ya derheqê hilbijartina serok de civiyabû û Lêjneya Hiqûqê ji bo nivîsandina pêşniyarqanûna sererastkirina qanûna serokatiyê erkdar kiribû.

Li gorî agahiyên Rûdawê, ev 10 roj in pêşniyarqanûna han hatiye nivîsandin lê lêjne li benda wê bû aliyên siyasî li derveyî parlamentoyê li hev bikin.

Lê tê dîtin ku ti lihevkirinek li ser kirîza serokatiyê nehatiye kirin lewma Lêjneya Hiqûqê ragihandiye, dê îro (9ê Tebaxê) pêşniyarqanûnê radestî serokatiya parlamentoyê bike.

Piştî ku pêşniyarqanûn hat radestkirin, roja civîna awarte ya parlamentoyê dê were destnîşankirin ji bo gotûbêjkirina wê pêşniyarqanûnê.

PDK û aliyên nêzîkî wê ji niha ve hewla wê didin ku nehêlin hejmara endamên parlamentoyê ji bo civînê bigihîje asta qanûnî ji bo civîn pêk neyê, li hember de YNK û Gorran hewl didin civîn pêk were.

Ji aliyekî din, endamê Lêjneya Hiqûqê yê YNKê Goran Azad ji Rûdawê re eşkere kir ku pêşniyarqanûn hatiye îmzekirin lê negot dê kengê radestî parlamentoyê were kirin.

Heyama serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî 10 rojên din xilas dibe.

rudaw
Top