Dr. Qeredaxî: Newşîrwan Mistefa bi biyaniyan re rûdinê lê bi me re na
Serokê Yekitiya Alimên Îslamî yên Cîhanê Dr. Elî Qeredaxî, çend roj berê li ser kirîza serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê bi rayedar û siyasetmedarên partî û hikûmeta Herêma Kurdistanê re hevdîtin kiribû lê bi kordînatorê giştî yê Gorranê Newşîrwan Mistefa û hevjîna Talebanî, Hêro Îbrahîm Ehmed re hevdîtin nekiribû.
Ofîsa Dr. Elî Qeredaxî ya li Başûrê Kurdistanê li ser vê yekê daxuyaniyek nivîskî belav kir û ragihand, Dr. Qeredaxî xwestibû bi Newşîrwan Mistefa re hevdîtin bike lê “piştî çend rojan” bersiva Newşîrwan Mistefa bi rêya Facebookê re gihîştiye wan.
Di beşek ji daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Çima bi kesên biyanî re rûdinê lê naxwaze bi kesekî xemxwar û welatparêz re hevdîtin bike?”
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku diviya Tevgera Gorranê bi fermî eşkere bikira ku ew naxwazin bi Serokê Yekitiya Alimên Îslamî yên Cîhanê re hevdîtin bikin ne bi rêya facebook û kesên din re bersiv bidin.
Li ser hevdîtina bi hevjîna Talebanî, Hêro Îbrahîm Ehmed re jî hatiye gotin ku Dr. Qeredaxî qet daxwaza hevdîtinê bi Hêro Îbrahîm Ehmed re nekiriye.
Rudaw
