Wezîrê Derve yê Almanya: Nabe Tirkiye kurdan bêdeng bike
Wezîrê Derve yê Almanyayê Frank Walter Steinmeier li ser şer û pêvajoya aştî û çareseriyê li Tirkiyê ji rojnameyeke almanî re axivî.
Steinmeier diyar kir ku eger pêvajoya çareseriyê û hevdîtinên aştiyê yên navbera dewleta Tirk û Kurdan de bên sekinandin dê encamên nebaş bi xwe re bîne.
Wezîrê Derve yê Almanyayê her wiha got, berdewambûna hevdîtinan dê nehêle bûyerên salên 1990î dubare bibin û diyar kir, berovajî vê yekê dê rewş aloztir bibe.
Wî rayedarê almanî anî ziman ku kurd li Tirkiyê bûne deng û hêzek siyasî lewma nabe “bi zora girtin û darazê” ew deng were vemirandin.
Li ser bangawaziyên Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş yên ji bo sekinandina şer û destpêkirina hevdîtinan jî Steinmeier got, rayedarên Tirk ji me re û rayedarên din ên Ewropî re gotine ew amade ne dest bi hevdîtinan bikin lê divê destpêkê PKK şer bide sekinandin.
Heta niha gellek caran welatên Ewropî û Amerîka li ser aloztirbûna rewşa Tirkiyê û têkçûna pêvajoya çareseriyê ya navbera PKK û dewleta Tirk hişyarî dane Enqerê.
Tirkiyê piştî teqîna roja 20ê Tîrmeha îsal a Pirsûsê, dest bi operasyonên leşkerî li dijî PKKê kir, PKKê jî dest bi “çalakiyên bersivdayînê” li dijî artêşa Tirkiyê kir. Şer û pevçûn heta niha jî didomin.
Rudaw
