SILOPIYA – Tirs, şer û dengê çekan...
Li gorî agahiyên Rûdawê ji çavkaniyên herêmên standin, duh welatiyekê din jî ji aliyê polîsên Tikiyeyê ve hat birîndarkirin.
Çavkaniyan diyar kirin, taxa Barbaros û Başakê ji ber aloziyan hatine valakirin û welatiyên ji wê taxa çûnê cem mirovên xwe ên li taxên din.
Hat gotin duhî û îro jî niştecihên bajêr dikanên xwe venekirine û li her derê polîs bergiriya ewlehiyê dikin.
Herwiha li gorî agahiyan xelkên Silopiya nîve rojê jî ji tirsa ji malên xwe dernakevin û çûnûhatina wesayîtan jî gelekî kêm bûye.
Duhî Li bajarê Silopiya Şirnexê şer û pevçûn di navbera xwepêşndanderan û polîsên Tirkiyeyê de derketibû di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.
Parlamenterê Şirnexê Ferhad Encû ji Rûdawê re ragihandibû: “Li bajarê Silopiya xwepêşandanek li herdu taxên Avaşîn û Zap li dijî operasyonên polîs li ser malan birêve çû û di wê xwepêşandanê de pevçûn di navbera xwepêşanderan û polîsan de derket”
Faysal Sariyildiz wiha gotibû 6 xanî ji aliyê polîsên Tirkiyeyê ve hatine şewitandin.
Rudaw
