• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Mêrdînê pevçûn: Polîsek hat kuştin

Gulan Media August 8, 2015 Nûçe
 Li Mêrdînê pevçûn: Polîsek hat kuştin
Hat ragihandin li navçeya Midyadê ya Mêrdînê di encama êrişekê çekdarî de polîsekê jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.

Li gorî agahiyan vê êvarê saet 21.30ê li Qeda Cumhuriyetê bi çekan êriş li polîsan hat kirin.

Di encama êrişê de 2 polîs birîndar bûn. Herdû polîsên birîndar ji bo dermankirinê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyatê, lê ji wan polîsan yekê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Hat gotin hêzên ewlekariyê piştî bûyerê dest bi operasyonekê berfireh kirin.

Rudaw
Top