Pêşmerge daxwaza çareserkirina pirsgirêkên Kurdistanê dike
Ev li jêr teksta daxuyaniyê:
Ji bo:
Serokatiya herêma Kurdistanê
Serokatiya parlamentoya Kurdistanê
Seroaktiya hikûmeta herêma Kurdistanê
Partî û aliyên siyasiyên Kurdistanê
Cemawerê Kurdistanê
Silav û hurmet
Em hjimareke pêşmergeyê Kurdistanê ku navên me li jêr hatina nivîsîn ku hest bi berpirsiyariya neteweyî û niştimanî di vê qonaxa Kurdistan û dever tê de derbas dibe dikin, em bi wezîfe û berprisiyariya xwe dizanin vê peyama li jêr rabigehînin:
Birêzan
Bi şahideya hemû dinyayê, ev zêdetir ji salekêye bi dirêjahiya zêdetir ji 1000 kîlometroyan, ji Xaneqîn û Celewla heta digehe Şingal û Zumar û heta Kobanê, bi deh hezaran pêşmerge û xwebexiş ji kurên vî gelê xêrnedîtî li bereyên pêşiyê bergirîkirinê ji xelk û gelê Kurdistanê li dijî hovtirîn terorîstên vê serdemê û di dijwartirîn rewş de, serma û germa, bi şev û roj di nava çeperan de li berxwe didin û zêdetir ji 1200 pêşmergeyên qareman şehîd bûn û bi hezaran jî birîndar û seqt bûn, lê mixabin di rewşeke wisa nazik û metirsîdara herêma Kurdistanê de, aliyên siyasî di nav milmilaneke nedirust de ne ku dibe herêma Kurdistanê ber bi aqarekê nediyar bibe.
Em bi navê xwe û pêşmergeyên mêrxas, ji bona hurmeta xûna şehîdan û westiyana pêşmergeyên mêrxas û liberçavangirtina metirsiyên li ser herêma Kurdistanê hene ku, em ji hemû kesan zêdetir hest pê dikin û ji bona yekêtî û yekrêziya gelê me, herwesa liberçavgirtina rewş û jiyana hevwelatiyên Kurdistanê ku, ji destê bidehan arêşe û giriftatyan dinalin, daxwazê li we dikin, her çiqas zûbe baştire, ji bo masa danûstandinan vegerin û dûr ji nefesa partîtîiyê û bi canekê welatperwerane ji bo çareserkirina aştiyane û dûr ji hemû demargiriyê ku di encam da gelê me bacê dide, pêngavan pavêjin.
Em daxwazê dikin ku hurmetê ji westiyan û xebata pêşmerge re bigirin, ev qonaxeke nazike û pêwîste bi canekê bilindê niştimanperwerî û neteweyî mamile pê re bikin û bi pêngaveke dilxweşker morala pêşmerge bilindtir dikin û canê fedekariyê wan bihêztir bikin.
Birêzan
Bi salekê beriya niha tu kes ji mal û çarenivîsê xwe dilrehet nebû, hêza pêşmergeyê Kurdistanê welat parast û bi îro gihand. Derencamên xerapên vê rewşê ku tesîrê li ser hemû gelê Kurdistanê dike, tasrê li ser hêza pêşmergeyê Kurdistanê jî dike. Divê hemû alî bizanin her pêngavek ji bo çareseriya pirsgirêkan ji aliyê pêşmerge ve pêştevanî tê kirin û ji aliyê gelê Kurdistanê jî ve bi hurmet hisab bo tê kirin.
Em li benda hîmet û helwesta bilinda kurdayetî û dilsoziya we ne.
Digel rêz û hurmetên me
07.082015
1- Mehemedê Hacî Mehmûd
2- Mehmûd Sengawî
3- Zeîm Elî
4- Şêx Cafer Şêx Mistefa
5- Fereydun Ciwanroyî
6- Mistefa Çawreş
7- Hemîd Efindî
8- Cemîl Hewramî
9- Qadir Qadir
10- Ednan Hemey Mîne
11- Milazim Yunis
12- Hamidî Hacî Xalî
13- Mihemed Mela Elî Helebceyî
14- Mamoste Celal
15- Enwerî Hacî Osman
16- Ferîq Cemal Îmînkî
17- Westa Resûl
18- Seîd Kake
19- Ebdula Por
20- Cemal Murtke
21- Ezîz Weysî
22- Heme Reşîd Qeredaxî
23- Muhsin Deştî
24- Mihemed Hacî Qadir
25- Belên Ebdula
26- Behmen Hisên
27- Seid Xalid
28- Mam Xwfûr
29- Şêx Elî
30- Mihemed Xalid Boselî
31- Osman Qasim
32- Elî Têlî
33- Qasim Şeşo
34- Xalid Koçer
35- Xalid Banî
36- Adilê Reş
37- Merîwan Kerîm Axa
38- Seîd Hejar
39- Şêx Zirar şêx Qadir
40- Hesen Nurî
41- Tariq Hernî
42- Seidî Elî Birno
