Şanda HDP’ê rapora komkujiya Zergelê aşkerakir
Şanda HDP’ê ku bi ramanca lêkolîna komkujiya gundê Zergelê hatibûne herêma Kurdistanê, piştî bidawîbûnakarên wan vegeriyane Tirkiyê û daxuyaniyek dan.
Daxuyaniya Şandê ji aliyê serokê şandê û Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemir ve hate xwendin. Beydemir got: “Bêguman û fikar li gundê Zergelê li dijî xelkê sivîl komkujiyek pêk hatiye. Ev der salên dirêj bûye cihê jiyana sivîlan. Li gund 35 xanî, mizgeft û dibistanek heye. Di dema bombebaranê de jinek bi navê Eyşe Mistafa jiyana xwe ji dest daye ku dayika Eyşe 70 salî ye û dema nimêja sibê de hatE qetilkirin.
Baydemîr daxuyand ku ku ji bo aşkere kirina rastiyan roja 4-6’ê Tebaxê de çûne herêma Kurdistanê û ligel şahidên êrîşê, birîndar û xekê sivîl, her wiha ligel, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokwezîr Neçîrvan Barzanî hevdîtin pêk anîne. Baydemîr got di dema geştê de parêzgarê Hewlêrê Newzat Hadî jî amade bûye.
Baydemir got: ”Malên hemwelatiyên bi navê Selîm Xidir Emîn, Karox Hamed Emîne, Necîp Ahmet, Zagros Rojhilat xera bûne. Welatiyên li gund bi saxî xelas bûn gotine ku 2 roj beriya bombebaranê balafirên şer ên bê mirov li heremê keşif kirine û roja bûyerê saet 04.00-06.00, 3 caran bombebaran pêk anîne.”
Baydemir diyar kir ku di êrîşê de 8 welatiyên sivîl hatine qetilkirin ku 2 ji wan jinin, jinek jî ducanî bûye û êrîş jî komkujiyek bi zanebûne. Baydemir got armanca êrîşê jî valakirina gundê herêmê ye.
Roja 1’ê Tabaxê firokeyên artêşa Tirk li Qendîlê gundê Zergelê ya ser bi Rewanduzê bombebaran kirin û di encam de 8 welatyên sivîl şehîd bûn 15 kes jî birîndar bûn.
Basnews
