• Wednesday, 18 February 2026
logo

Tanju Biligiç: Li gel Kurdistanê bihevre lêkolîn dikin

Gulan Media August 7, 2015 Nûçe
Tanju Biligiç: Li gel Kurdistanê bihevre lêkolîn dikin


Peyvdarê wezareta derve ya Tirkiyeyê dibêje li gel hikûmeta Kurdistanê bihevre lêkolîn li ser bûyera bordiman kirina gundê Zergelê dikin.

Peyvdarê wezareta derve ya Tirkiyeyê Tanju Bilgiç di presskonferansekî de derbarê bordiman kirina gundê Zergelê ji aliyê balefirên Tirkiyeyê ve diyar kir ku hin zaniyarî bo me hatine û hîn jî hatina zaniyariyan di vê derbarê de bo me dom dike.

Bilgiç eşkere kir ku dema pêwîst bike emê wan zaniyariyan bo raya giştî eşkere bikin.

Nav hatî herwiha diyar kir ku lêkolînên hevbeş yên Tirkiye û hikûmeta Kurdistanê derbarê bordiman kirina gundê Zergelê de didomin.

Top