• Wednesday, 18 February 2026
logo

Îsmaîl Beşikçî piştgirî da Barzanî

Gulan Media August 7, 2015 Nûçe
 Îsmaîl Beşikçî piştgirî da Barzanî
Lêkolînêr û nivîskarê tirk Îsmail Beşikçî, nûnerên çend partiyên siyasî yên kurdî û çend nivîskar dibêjin, dirêjkirina dema serokatiya Mesûd Barzanî dê ji bo kurdan baş be.

Wan kesan gotan; ji ber rewşa niha ya kurdan û ji bo serxwebûna Kurdistanê pêwîst e Serokê Herêma Kurdistanê bimîne ser erka xwe.




ÎSMAIL BEŞIKÇÎ (Lêkolînêr û nivîskar): Ji bo Kurdistanê girîng e

“Barzanî ji aliyê qadên navnetewî û demokrat ve tê qebûl kirin. Ji ber vê yekê, ji bo Kurdistanê girîng e serdemekê din jî Mesûd Barzanî rêveberiya Serokatiya bike. Di rojeva Kurdistanê de serxwebûn û referendum heye. Dibe serxwebûnê rabigihînin. Di serdemekê wiha de girîng e rêberekê di qada navnetewî de rêz ji tê girtin serok be. Ji ber vê yekê serokatiya Mesûd Barzanî dê bandorê bike.”





FEHMÎ DEMIR (Serokê Giştî yê HAK-PARê): Barzanî ji bo kurdan derfetek e

“Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî ji bo gelê kurd derfetek û şansekê mezin e. Li gorî min gelekî girîng e di vê serdemê de erka serokatiya Birêz Barzanî bidome. Hewldanên ji bo bêgiramkirina Barzanî dê ti sûde nede gelê kurd. Partiya me piştgiriyê dide hewldanên Barzanî û dê piştgiryê bide jî.





SINAN ÇIFTYUREK (Serokê Giştî yê OSP): Herî kêm salekê din jî pêwîst e

“Hilbijartina Serokatiya Herêma Kurdistanê ya ji aliyê gel ve biryarekê rast e. Ji ber rola Barzanî ya herêm û ya di siyaseta navtewî de pêwîst e herî kêm serdemekê din jî erka wî were dirêjkirin. Lê pêwîst e Îran tiliyên xwe ji nava siyaseta Başûrê Kurdistanê vekişe. Îranê ji bo dema dirêjkirina serokatiya Barzanî zimanek erênî bikar anî. Pêwîst e haya kurdan ji polîtikaya Îranê hebe û nekevê davikên Îranê, Heger Îran bibêje, ‘ez alîkariya kurdan dikim’ di bin ve tekez tiştek heye. Divê partiyên kurdan di serî de jî YNK û GORAN li hemberî Îranê helwestek baş bidin nîşandan.”





MEHMET GUL (Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê): Barzanî baweriyê dide

“Gelekî girîng e dema serokatiya Birêz Barzanî bo heyama 2 salên din jî were dirêjkirin. Di rewşa em niha tê de serokê weke Barzanî ku bi helwesta xwe baweriyê dide, dikare gel rihet bike. Em dixwazin demildest xewna Serxwebûna Kurdistanê pêk were. Ev rewş dê ji bo li Rojhilata Navîn avakirina aştiyê û bicihkirina nirxên demokrasiyê girîng be. Ji ber vê yekê em piştevaniya dirêjkirina erka serokatiya Birêz Barzanî dikin.”



ENES ATILLAPAY (Endamê MGKê ya Hareketa Azadî): Barzanî serokek dîplomatîk e

“Barzanî heta niha bi hewldanên xwe yên dîplomatîkên navtewî û deskeftiyên siyasî yên herêmî erka xwe ya serokatiya baş domandiye. Ji ber vê yekê jî pêwîst e em vê mijarê de piştgiriya wî bikin. Dîsa dibe serok û serokb bûna wî gelekî baş e. Lê li Kurdistanê pêwîst e serokên bikarebe mîsyona wî bînin cih jî zêde bibin. Ji ber vê yekê, partiyên siyasî ji bo serokên wiha derbixe divê bixebtin. Divê azadî û yekîtiya Kurdistanê ji hemû berjewndiyên kesanê girîngtir were dîtin û ji bo Kurdistana azad bên ba hev.


“Barzanî qonaxa em tê de ne projeya vevletbûna Kurdistanê amade dike û li ser vê yekê rijd e. Barzanî ji bo avakirina dewleta kurdî hem di çarçovaya netewî de û hem jî di çarçoveya navnetewî de dixebite. Avakirina dewleta kurdî Mesûd Barzanî ve hatiye girêdan. Avakirna dewleta kurdî dê hem ji bo tevahiya parçeyên Kurdistanê bibe model û dê hem ji bo yekîtiya kurdan bibe gavekê stratejîk.

Ji ber vê yekê ji bo avakirina dewlata Kurdistanê, Mesûd Barzanî weke Serokê Kurdistanê bimîne gelekî girîng e. Piraniyan kurdan jî piştgiriyê didin serokatiya Mesûd Barzanî.

Diyardekirinên desthilatiyekê siyasî ya welatekê sê mefhûm in: Rewatî, desthilatî û otorîte ne. Herwiha ew hesê mefhûm meteforên bingehên zanistiya siyasetê ne. Di vê xalê de serokatiya Birêz Barzanî bo doza kurd û Kurdistanê pêwîst e. Ji bo çareserkirina pirsgirêka rewatî, desthilatî û otorîteya doza Kurdistanê, piştgirî û pesendkirina dewlet û neteweyên cîhanî pêwîst e. Herwiha yekîtiya Neteweyî ya kurdan pêwîst e. Ez diakrim li ser navê xwe vê yekê bibêjim: Ez weke erka xwe dibînim piştgiriyê bidim, Mesûd Barzanî an jî serokekê din ê Kurdan ji bo serxwebûna Kurdistanê hewl dide.

Rudaw
Top