Li Rojhilatê Kurdistanê pevçûnên dijwar!
Hat ragihandin, duh şev di navbera hêzên ewlehiyê yên Îranê û çend komên çekdar de li çend deverên Rojhilatê Kurdistanê şer û pevçûnên dijwar derketine û di encamê de gellek leşkerên Îranê hatine kuştin û hejmarek leşkerên din jî birîndar bûne.
Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ku baskê leşkerî yê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li Rojhilatê Kurdistanê ye, îro di daxuyaniyekê de bi fermî berpirsyariya wan êrişên li bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê girte stuyê xwe û ragihand, gerîlayên wan êrişî binkeyên leşkerî yên Îranê kirine.
YRKê di daxuyaniya xwe de ragihand: “Gerîlayên me êrişî hêzên Îranê li bajarê Merîwanê kirin û di şer û pevçûnan de 20 leşkerên Îranê kuştin û hejmareke zêde ji leşkerên wî welatî jî birîndar kirin.”
Li gor vê daxuyaniyê, “gerîlayên YRKê êrişî binkeya leşkerî ya li sêrêyana Nê ya girêdayî navçeya Merîwanê kirin û di şer û pevçûnên dijwar de 10 leşkerên Îranê kuştin.”
Di daxuyaniyê de hat gotin, “gerîlayên YRKê li devera Berdereş a li Merîwanê jî êrişî hêzên Îranê kirin û di encamê de 10 pasdarên Îranê kuştin û hejmarek din jî birîndar kirin.”
YRKê pêştir derbarê êrişên hêzên leşkerî yên wî welatî bo ser gerîlayên xwe, bi tundî hişyarî dabû hikûmeta Îranê û tekez kiribû, ku herçiqas ew girêdayî agirbestê ne û di çarçoveya bergiriya rewa paratsinê li xwe dikin, lê hêzên Îranê agirbestê binpê dikin û êrişên xwe li dijî gerîlayên wan zêdetir kirine.
YRKê herwiha da xuyakirin, ku gerîlayên wan di operasyoneke din de li devera Komasî û li ser rêya Garan êrişî hêzên Supayê Pasdarên Îranê kirin û di navbera her du aliyan de şerekî dijwar derket.
Li gor vê daxuyaniyê, gerîlayan di wê operasyonê de 7 otomobîlên leşkerî yên hêzên Îranê têkbirin û gellek leşker jî kuştin. YRKê got, hejmara kuştî û birîndarên leşkerên Îranê di wê êrişê de hêj di ber dest de nîne.
YRKê di daxuyaniya xwe de hikûmeta Îranê bi binpêkirina agirbesta di navbera her du aliyan de tohmetbar kir û tekez kir, ew êriş û operasyon di bersiva şikandina agirbestê de bûye.
Cîgirê Siyasî û Ewlehî yê Parêgarê Sine, Elîriza Aşnager di bareya wan êrişan de got: “Ew êriş û operasyon karekî zarokane ne.”
Elîriza Aşnager da xuyakirin: “Tenê êrişî binkeya leşkerî ya Zirêbar hatiye kirin, lê di encama êrişê de ti zirar çê nebûye.
Wî berpirsê hikûmeta Îranê herwiha tekez kir: “Dijberên şoreşa îslamî ya Îranê (mebest partiyên Rojhilatê Kurdistanê ne), xwastin bi wî karî ewlehiyê herêmê têk bibin, lê ti destkevtekê wan nebû û piştî êrişan herêm bi cih hîştin.”
Li gor agahiyên Rûdawê, ji saet 23:00ê duh şev ve heta sibehîya îro li çend gund û taxên bajarê navçeya Merîwanê dengê teqe û guleyan dihat bihîstin.
Ji aliyekê din çavkaniyê nefermî behsa wê yekê dikin ku di wan şer û pevçûnên navbera gerîlayên YRKê ê hêzên leşkerî yên Îranê de zêdetirî 10 kes birîndar bûne ku çend kes ji wan xelkê sivîl in.
Herwiha çend malperên nêzîk ji dezgehên ewlehiyê yê Îranê ragihandine: “Ew êriş ji aliyê pêşmergeyên Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ve hatine encamdan.”
Lê belê Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê red dike ku pêşmergeyên wan ew êriş encam dabin û dibêje: “Navbirina Komeleyê di malperên Îranê de planek li dijî partiya me ye.”
Rudaw
