Neteweyên Yekbûyî derbarê Sûriyeyê de biryarek girîng da
Duh Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê kirîza Sûriyeyê û mijara bi kar birina çekên kîmyayî di şerê navxweyî ya wî welatî de civiya.
Di civînê de piştî gotûbêjeke dirêj, biryarek derbarê çekên kîmyayî û bikarbirina wê him ji aliyê Hikûmeta Sûriyeyê û him jî ji aliyê hêzên dijbereyê hat pesendkirin. Encûmena Asayişa Navdewletî ev biryara îro bi koma dengan erê kir.
Li gor wê biryarê, rayedarên rejîma Sûriyeyê û herwiha berpirsên Dijbereyê ku dest di bikaranîna çekên kîmyayî de hebûne, dê werin darizandin.
Piştî psedenkirina biyarê, NY mafê wê yekê heye derbarê dosyaya bi kar anîna çekên kîmyayî de dest bi lêkolînan bike û kes û rayedarên berpirsyar di wê dosyayê de destnîşan bike.
Di biryarê de daxwaz ji Sekreterê Giştî yê NY, Ban Kî moon û Dezgeha Qedexekirina Bikaraîna Çekên Kîmyayî tê kirin, planekê bo lêkonînkirin derbarê wê dosyayê de were amadekirin û piştre pêşkêşî Encûmena Asayişa Navdewletî were kirin.
Nûnerê Çînê di Encûmena Asayişa Navdewletî de, Liu Jieyi ragihand: “Em dilgiraniya xwe li hember bi kar birina çekên kîmyayî û bi taybet madeya Kulorê li Sûriyeyê nîşan didin.”
Liu Jieyi got: “Em piştgîrî li dadgahîkirina wan kesên ku dest di bikaranîna çekên kîmyayî de hebûne, dikin û em hêvîdar in ku ev biryara Encûmena Asayişa Navdewletîbibe sedemek bo çareserkirina kirîza Sûriyeyê.”
Nûnera Amerîkayê di Encûmena Asayişa Navdewletî de, Samantha Power jî di axavtinekê de got: “Bikaranîna çekên kîmyayî li Sûriyeyê bi şêweyeke plankirî bûye.”
Samantha Power daxwaz kir, ewên ku dest bi wî karî de habûne û di wê dosyayê de berpirsyar in, werin dadgahîkirin û cezayê xwe werbigrin.
Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Dijebere yên wî welatî ji aliyê civaka navdewletî ve bi wê yekê hatine tohmetbarkirin, ku di şerê navxweyî yê wî welatî de li dijî hev û xelkê sivîl çekên kîmyayî bi kar birine.
Rudaw
