• Wednesday, 18 February 2026
logo

Barzanî: Em mezintirîn alîkariya aborî didin Rojavayê Kurdistanê

Gulan Media August 7, 2015 Nûçe
 Barzanî: Em mezintirîn alîkariya aborî didin Rojavayê Kurdistanê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, pêwedniyên Başûrê Kurdistanê ligel parçeyên din ên Kurdistanê baş e û got: "Em mezintirîn alîkariya aborî didin Rojavayê Kurdistanê."

Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê û Alîkarê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvîneke hevbeş de ligel hejmarek medyayên Kurdistanê, behsa rewşa îro ya Başûrê Kurdistanê, pirsa kursiyê serokatiyê û pêwendiya Başûr ligel parçeyên din ên Kurdistanê kir.

Em ji nêrîna Mesûd Barzanî ve berê xwe nadin pirsa seroaktiyê

Di bersiva pirsyara rojnamevanên amadebû di hevpeyvînê de ku nûnerê Rûdawê, Şaho Emîn tê de beşdar bû, Nêçîrvan Barzanî derbarê pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê de got: “Em ji nêrîna Mesûd Barzanî ve berê xwe nadin Serokatiya Herêma Kurdistanê, belkû em ji nêrîna pêwîstiya Kurdistanê berê xwe didin wê mijarê.”

Di bersiva pirsyarekê de ku gelo çareser çi ye, Nêçîrvan Barzanî got: “Gerek hemû alî rûnin û bi berçavgirtin aberjewendiya Herêma Kurdistanê bigihîjin rêkevtinê.”

Ewa ku di parlamentoyê de qewimî, bingeha lihevkirinê jinav bir

Herwiha derbarê pêşkêşkirina projeyasayên ku (YNK, Goran, Komel û Yekgirtû) bo serrastkirina yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê û xwandina wê di Parlamentoya Kurdistanê de jî, Barzanî got: “Ewa ku di 23ê Hezîranê çê bû, bingeha lihevkirinê li wî welatî de jinav bir.”

Derbarê lihevkirina siyasî ya nav Hikûmeta Herêma Kurdistanê de piştî bûyerên 23ê Hezîranê ku PDKê û çend aliyên din civîna parlamentoyê baykot kirin, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dibêje: “Ew bingeha ku me hikûmet li ser ava kir, wek caran nemaye. Me dema ku hikûmet pêk anî, me biyar da hevbeş bin, lê di 23ê Hezîranê de ew bingeh nema.”

Em mezintirîn alîkariya aborî didin Rojavayê Kurdistanê

Derbarê pêwendiyên Herêma Kurdistanê ligel parçeyên din ên Kurdistanê de, Nêçîrvan Barzanî got: “Em mezintirîn alîkariya aborî ya Rojavayê Kurdistsanê dikin.”

Barzanî herwiha dibêje: “Rast e me di hinek tiştan nakokî hene, lê ew ne bi wê wateyê ye ku pêwendiyên me ligel parçeyên din û aliyên din xirab be.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê rola Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di pêşvebirina proseya çareserî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de bi mînak tîne û dibêje: “Serokê Herêma Kurdistanê bû ku proseya aştiyê li Tirkiyeyê bire pêş, da ku xwîn nerije û kurd bigihîje mafên xwe.”

Rudaw
Top