• Wednesday, 18 February 2026
logo

Obama: Li dijî PKKê, mafê Tirkiyeyê heye

Gulan Media August 7, 2015 Nûçe
 Obama: Li dijî PKKê, mafê Tirkiyeyê heye
Serokê Amerîka Barack Obama ragihand ku, Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) rêxistineke terorîst e ku êrişî Tirkiyeyê dike, lewma ji mafê Enqereyê ye ku berevaniyê li xwe bike.

Barack Obama îro li Koşka Spî derbarê operasyonên Artêşa Tirkiyeyê li dijî PKKê, bersiva pirsa rojnamevanekî da û ragiahand: “Ji mafê Enqereyê ye ku berevaniyê li xwe bike li hember êrişên wê rêxistina terorîst a ku êrişî wî welatî dike.”

Obama ragihand: “Rêxistina DAIŞê mezintirîn gef e li ser navçeyê. Bo em li dijî wê bisekinin me pêwendî bi Enqere re girê dan. Di gotûbêjên xwe de, me tekez li ser çawaniya girtina sînorê Tirkiye li pêşiya derbasbûna endamên DAIŞê bo nav axa Sûriyê, kir.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Mark Toner jî îro ragihand: “Em piştevaniya wan hêzan dikin ku li Sûriyê li dijî DAIŞê şer dikin, ji wan jî: Ereb, kurd herwiha tirkman jî, ku li bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) şerê DAIŞê dikin.”

Mark Toner di heman demê de red kir ku rêkeftina wê ligel Tirkiyeyê xiyanet be li kurdên Sûriyê û ragihand: “Em bi Tirkiyeyê re li ser wan hêzên kurdî ku li dijî DAIŞê şer dikin, pir zelal bûn, ku nabe artêşa Enqere wan bike armanca xwe. Lê gotinên me PKKê wek rêxistineke terorîst li xwe nagire.”

Rudaw
Top