Neteweyên Yekbûyî: Dosyaya Şengalê diçe dadgeha Lahai
Neteweyên Yekbûyî (NY) daxwaz dike, dosyaya komkujiya Şengalê biçe Dadgeha Navdewletî ya Lahai û encamderên wê tawanê werin cezakirin.
Berovajî karesata Enfalê ku bi dehan hezar kurd hatin komkujkirin û cîhan û civaka navdewletî li hember wê bêdeng ma, lê wêne û vîdeoyên bûyerên Şingalê bilez gihîştin ser ekranên televizyonên cîhanê. Şingal niha naveke naskirî ye di asta cîhanî de û çend berpirsên pilebilind ên NY jî daxwaz kirine ku dosyaya komkujiya Şingalê biçe dadgehê.
