Nêçîrvan Barzanî: Em amadene alîkariya PKK û Tirkiyeyê bikin dest bi danûstandinan bikin
Şandeya mêvan sersaxî li xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê kir bo şehîdbûna hijmarek hevwelatiyên sivîlên herêma Kurdistanê ji encamê bombebarana balefirên cengiyên Tirkiyeyê bo ser gundê Zargelî li heftiya borî şehîd bibûn. Armanca serdana şandeya HDPê bo herêma Kurdistanê ji bo lêkolîna wê bombebaranê ye.
Şandeya HDPê behsa rewşa kurdan kir û got ku rewşa gelê Kurdistanê li hemû parçeyên Kurdistanê rewşeke nazik e û pêwîste hemû alî hevkar û tifaq bin û li hember wan metirsiyên li ser deverê û bi taybetî li ser gelê Kurdistanê hene yekdeng û yekrêz bin.
Di civînê de behsa rewşa pirosesa aşitiyê li Tirkiyeyê û aloziyên navbera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û dewleta Tirkiyeyê hat kirin û tekîd li ser wê yekê hat kirin ku, tu pirsgirêk bi rêya şerê çareser nabin û bi tenê aşitî dikare hemû pirsan çareser bike. Di vê çarçoveyê de Nêçîrvan Barzanî tekîd li ser helwesta hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku, weke hertim amadeye ji bona berdewamiya pirosesa aşitiyê rola xwe bilîze û hikûmeta herêma Kurdistanê amadeye bi her awayî ji bona destpêkirina danûstandinên aştiyê di navbera Dewlet û PKKê de alîkarîyê bike.
Li dor şehîdbûna xelkê sivîl ji encamê aloziyên navbera PKKê û Tirkiyeyê, Nêçîrvan Barzanî got ku divê gerîlayên PKKê xwe ji deverên avadan û xelkê sivîl dûr bikin û çênabe bi hêceta PKKê Tirkiye xelkê sivîl bike armanc. Barzanî got ku ji encamê van aloziyên dawiyê gelek xelkê sivîl ji tirsa bombebaranê dever û gundên xwe berdane û koçber bûne.
Serokwezîr tekîd lis er wê yekê kir ku, pirsa kurd bi şer çareser nabe û daxwaz ji her du aliyan kir bo ser masa danûstandinan vegerin û bi awayekî aştiyane pirsan çareser bikin.
