• Wednesday, 18 February 2026
logo

HDP li cem Neteweyên Yekbûyî li Tirkiye gilî dike

Gulan Media August 7, 2015 Nûçe
 HDP li cem Neteweyên Yekbûyî li Tirkiye gilî dike
Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan Selahetîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag li cem Neteweyên Yekbûyî li ser Hikûmeta Tirkiyeyê gilî dikin û daxwaz dikin ku, derbarê kuştinên bêdadgeh lêkolîn werin vekirin.

Demîrtaş û Fîgen giliyek pêşkêşî Rêporterê Neteweyên Yekbûyî Krîstof Heyns kirin û daxwaz kirin ku Neteweyên Yekbûyî lêkolînê li ser bûyerên kuştinên bêdadgehkirî û mirina û kuştina cihê gumanê, ku li Stenbol û çend bajarekî din ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, bike.

Herdu berpirsên HDPê gotine, li Tirkiyeyê gellek kes hatine kuştin lê dadgehên Tirkiyeyê wek pêwîst kar û lêkolîn li ser dosyeyên wan nekirine û tawan bar veşartî mane, lewam daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî kirin ku bi xwe lêkolînê li ser wan dosyeyan bike û ew lêkolîn berpirsên pilebilind ên Enqere jî li xwe bigire.

Hevserokên HDPê dan zanîn ku, ev demek e dadgehnekirina tawanbarên kuştinan ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê zêde bûne, lewma eger rê li pêşiya wan neyê girtin dibe ku rewş xirabtir bibe û hejmarek zêdetir li xwe bigire.

Rudaw
Top