Serok Barzanî pêşwaziya şandekî Partiya Demokratîka Gelan kir
Li hevdîtinê de Serokê şanda mîhvan ji bo xemxurî û hewlên ji bo vegerandina termên şehîdên Bakûr ya warê bab û bapîrên wan spasiya Serok Barzanî kirin û her wiha serxweşiyê jî li Serok Barzanî û gelê Kurdistanê û kesukarê wan hemwelatiyên şehîdan kir ku li encama bombebarana Zargelî ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve hatin şehîd kirin. Her wiha Serokê şandê, Serok Barzanî ji naveroka proseya siyasiya Tirkiye û sedemên helgîrsana şerê di navbera artêşa Tirkiye û Partiya Karkerên Kurdistanê agahdar kir û nîgeraniya xwe jî ji wê yekê nîşanda ku qeyran kûrtir bibin û derfeta aştiyê ji kîs biçê û eve jî dûpatkir ku bi tu awayekî ne alîgirê şerin û dixwazin proseya aştiyê destpêbike. Şanda Partiya Demokratîka Gelan ji bilî bilind nirxandina rola Serok Barzanî ji çareserkirina giriftan û pêşvebirina proseya aştiyê daxwaz kirin ku Serok Barzanî hewlên xwe yên ji bo destpêkirina proseya aştiyê bixe holê.
Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û ragihand ku gelê Kurdistanê bi bêyî daxwaza xwe hatiye dabeşkirin û ji bo parastina nasnameya xwe şer kir û karî nasnameya xwe biparêzê û niha bi navê mîsogerkirina destkeft û berev pêşveçûna doza Kurd pêwîstiya me bi aştiye. Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de wê yekê behs kir ku encama şer malwêranî û kavilkariye û rojekî zûtir şer bê ragirtin başe û li qazanca hemû aliyeke û ji bo serxistina aştiyê jî pêwîste hemû aliyek palpişt û hevkarê hevdû bîn. Her wiha balkişand li ser wê yekê ji bo proseya aştiyê û nêzîkkirina aliyên Herêma Kurdistanê de hewlên zêde dane û ewê ji dest hatiye kiriye û niha jî amadeye bi navê destpêkirina proseya aştiyê li Tirkiye yarmetîder bê.
Her li vê hevdîtinê de hereşeya bîra tundrewiyê û terorîstên Da'îş li ser Kurdistan û navçeyê nirxandin û behsa qehremanî û berxwedana gelê Kurd li beranber dijmin û dagîrkeren kir û tekez jî li bi hêztir kirina birayetî û tebayî û yekrêziya di navbera aliyên siyasiyê Kurdan kirin.
