Gotinên Barzanî li ser Şingalê ereb û peyayên Malikî hêrs kir!
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî roja 3ê Tebaxa îsal û bi helkefta yekemîn salvegera jenosîda Şingalê, beşdarî merasima bibîranîna qurbaniyên jenosîda Şingalê bibû.
Barzanî di wê merasimê de gotarek pêşkêş kiribû û gotibû, me Şingal xist ser Herêma Kurdistanê û êdî em Şingalê teslîmî ti kesî nakin.
Ew gotinên Barzanî rastî nerazîbûna rayedar û parlamenterên nêzîkî serokwezîrê berê yê Iraqê û alîkarê niha yê Serokomarê Iraqê, Nûrî Malikî hat.
Parlamenterê Iraqê û yek ji rayedarên Dewleta Qanûnê bi navê Mihemed Seyhûd li ser gotinên Barzanî gotiye, devera Şingalê girêdayî hikûmeta navendî ye çimkî ew der beşek ji “herêmên kêşedar” e û ti kes nikare wê deverê bixe ser Herêma Kurdistanê.
Mihemed Seyhûd her wiha diyar kiriye ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de ti rêkeftinek tine ku Şingal bibe beşek ji Herêma Kurdistanê.
Serokê fraksiyona Kefaatê ya Parlamentoya Iraqê ku beşek ji hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ye, Heysem Cibûrî tûjtir axiviye û gotiye, ew gotinên Barzanî yên li ser Şingalê “Nazî”yên almanî tîne bîra mirov.
Li gorî wî peyayê Malikî, divê Barzanî ji ber wan gotinên xwe were darizandin!
Rudaw
