• Wednesday, 18 February 2026
logo

Dewleta Tirk dest bi valakirina gundên Bakurê Kurdistanê kir

Gulan Media August 6, 2015 Nûçe
 Dewleta Tirk dest bi valakirina gundên Bakurê Kurdistanê kir
Hat zanîn ku dewleta Tirkiyê dest bi valakirina gundên herêmên Kilîs, Agirî, Colemêrg, Dêrsim û Qersê yên Bakurê Kurdistanê kiriye.

Di heyama çend rojên borî de Tirkiyê bi hêceta operasyonên li dijî PKK û DAIŞê, herêmên Agirî, Colemêrg, Kilîs, Dêrsim û Qers ên Bakurê Kurdistanê wek herêmên leşkerî yên qedexe ragihandibû.

Li gorî medyaya nêzîkî HDPê, dewleta Tirk vê carê jî dest bi valakirina gundên wan herêman kiriye.

Parlamenterê berê yê Dêrsimê yê CHPê Husên Aygûn jî li ser rûpela xwe ya twîtterê gotiye, li Dêrsimê 14 dever wek deverên leşkerî hatine ragihandin û ji muxtarên gundên wan deveran re hatiye gotin ku bi awayekî demkî gundên wan deran bên valakirin.

Li gorî Aygûn, bi valakirina gudan re welatî zêdetir ziyanê dibînin çimkî ji çandinî û jiyana xwe ya rojane dûr dikevin.

Dewleta Tirk dibêje, ragihandina herêmên leşkerî ji bo “parastina can û malên sivîlan e”.

Di salên 1990î de jî dewleta Tirk bi hêceta şerê li dijî PKKê, bi hezaran gundên kurdan dabû valakirin.

Rudaw
Top