Mezintirîn projeya Herêma Kurdistanê di xeterê de ye
Endamê Lijneya Pişesazî, Wize û Çavkaniyên Sirûştî yê ya Parlamena Kurdistanê Fayiq Mistefa bo BasNews axivî û got ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompanya Siemes a Almanî di sala 2012’ê de girêbesta projeya Scada ya Stratejîk mor kirin. Li gor vê girêbestê divê sîstema elektrika hersê bajarên Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê bi rêya WİFİ bi hev re bêne girêdan.
Mistefa got ku jiber krîza darayî yek ji mezintirîn projeya Herêma Kurdistanê rawestiya ye û hikûmet ji bo berdewam kirina vê projeyê bûtçe digere.
Fayiq Mistefa destnîşan kir ku ji bo projê 48 meh danîne û ji bo encamdana projeyê jî 45 milyon dolar pêwîste. Lê belê perê germ di destê hikûmetê de nîne.
Basnews
