Nêçîrvan Barzanî: Tişta li parlamentoyê çêbû nayê qebûlkirin
Nêçîrvan Barzanî bi serokatiya şandeke PDKê serdana Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kir û ligel Sekreterê Giştî yê wê partiyê Mihemed Ferec civiya. Piştî civînê konferanseke rojnamevaniyê hat lidarxistin.
Di konferansê de, Barzanî ragihand: “Divê rêkeftin û lihevkirineke niştimanî di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de pêk were. Tişta ku roja 23ê Hezîranê pêk hat nayê qebûlkirin.”
Herçar aliyên siyasî (YNK, Tevgera Goran, Yekgirtû û Komela Îslamî) roja 23ê Hezîranê bi bêrazîbûna PDKê û çend aliyên din ên Kurdistanê pêşniyarqanûnek pêşkêşî Parlamentoya Kurdistanê kirin ku, sîstema hilbijartina serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê xelkê ve bibe sîstema parlamentoyê.
Barzanî wiha got: “Aliyên siyasî xemê dixwin bo rêkeftinê û her divê em bigihên rêkeftinê. Pirsa Serokatiya Kurdistanê ne pirsa parlamentoyê ye, divê hemû alî li derveyî parlamentoyê li ser wê pirsê rêkeftinê bikin.”
Rudaw
