Komkara Erebî êrîşa Tirkiyê ya ser Zergelê şermezar kir
Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Nebil El Erebî bi peyamek nivîskî êrîşa firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê ya li dijî xelkê medenî û pêgehên PKK’ê yên li Başûrê Kurdistanê şermezar kir.
El Erebî bang li Tirkiyê kir ku rêzê ji serweriya Iraqê bigre, pabendê pêwndiyên cîranî û peymanan bibe.
Ji alilê din ve Qeterê li dijî vê daxuyaniyê nerazîbûn nîşan da û got ev daxuyanî ne nêrîna tevahî welatên Komkara Erebî ye.
Wezareta Karên Derve yê Qeterê daxuyand ku Tirkiye mafdare ku bersiva êrîşên ser xaka xwe bide.
Basnews
