• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Komara Îslamiya Îranê li Iraqê û şandekî li gel kir

Gulan Media August 5, 2015 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Komara Îslamiya Îranê li Iraqê û şandekî li gel kir
Roja çarşem 05.08.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Hesen Danayîfer Balyozê Komara Îslamiya Îranê û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de rûbirûbûna terorîstên Da'îş û hizra tundrewiya li navçeyê xistin ber behs û tekez li ser pêwîstiya karê hevbeş û hemahengiya welatên navçeyê ya ji bo ji navbirina terorîstan kirin. Her wiha eve jî dûpatkirin ku pêwîste ne bi tenê şerê serbazî dijî terorê bikin belku li ruyê fikrî ve jî şerê teror û hizra tundrewiyê bê kirin.

Li beşekî dinê kombûnê da behsa rewşa aboriya Iraqê û metirsiyên têkçûna rewşa aboriya li ser jiyana hemwelatiyan û civaka Iraqê kirin.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Komara Îslamiya Îranê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û têda Balyozê Komara Îslamiya Îranê tekez li wê yekê kir ku parastina asayîş û aramiya Herêmê ji bo welatê wan girînge.
Top