• Wednesday, 18 February 2026
logo

Yekîtiya Ewropa: Bila Tirkiye êrişên xwe li ser PKKê zêde neke

Gulan Media August 5, 2015 Nûçe
 Yekîtiya Ewropa: Bila Tirkiye êrişên xwe li ser PKKê zêde neke
Yekîtîya Ewropa (YE) li hember êrişên berfireh ên balafirên Tirkiyeyê li dijî PKKê dilgiraniya xwe nîşan da û daxwaz ji Tirkiyeyê kir, tundûtîjiyan kêm bike.

YE daxwaz ji Tirkiyeyê kir, qebareya êrişên xwe yên li dijî gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) biçêk bike û dilgiraniya xwe jî li hember zêdebûna asta tundûtîjiyên di navbera artêşa Tirkiyeyê û çekdarên PKKê de nîşa da.

Berpirsekî YEyê, Yuhans Han di beyannameyekê de dilgiraniya xwe li hember zêdebûna asta tundiyan di navbera her du aliyan de anî ziman.

YEyê herwiha daxwaz ji Tirkiyeyê jî ki: Tehemûla xwe zêde bike û li hember êrişên PKKê li gor pêwîst bertekê nîşan bide nek zêdetir.

YEyê bang li Enqerê jî kir, ku bi operasyonên berfireh li dijî nebe sedema bilindbûna asta tundûtîjiyan û prosesa aştiyê jî bi temamî nexe metirsiyê.

Tirkiyê di 23ê Tîrmeha borî de hem li hember DAIŞ li Sûriyê, hem jî li hember PKKê li nav sînorê Başûrê Kurdistanê dest bi operasyonên leşkerî kir.
Top