Tirkiye operasyonek mezin li Suriyê encam dide
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu daxuyand ku, dê Tirkiye di demek nêzîk de, bi tevê Amerîkayê, li dijî DAIŞ’ê operasyonek mezin encam bide.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Çavuşoglu ragehand ku firokeyên DYA’yê hatine Firokexaneya İncirlikê û got: ”Emê di demek nêzîk de li dijî DAIŞ’ê tekoşînek mezin destpê bikin.”
Çavuşoglu beşdarê civîna 48’emîn ya Wezîrên Derve yê Civata Neteweyên Başûrûrojavayê Asya (ASEAN) ya li Malezya bû, ligel Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê John Kerry hevdîtinek pêkanî.
Mevlut Çavuşoglu derbarê hevdîtina xwe de agahî da rojnamevanan û ragehand: ”Firokeyên Tirkiyê hatine İncirlikê. Li gor peymanê wê Încirlikê û firokexaneyên din jî bikarbînin. Emê di demek êzîk de li dijî DAIŞ’ê şerekê berfereh destpê bikin.”
Çavuşoglu diyarkir ku herêmên ji destê DAIŞ’ê bêne paqijkirin dê weke navçeyên aram bêne bikaranîn, xelkê koçber vegerin van deran û muxalîfên Suriyê bêne bicîhkirin.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê amaje bi çareseriya siyasî ya bêyî Esed kir û got ku divê di çareseriya Suriyê de nêrîna Rusya û Îranê jî bê girtin.
Basnews
