• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir

Gulan Media August 5, 2015 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir
Îro çarşem 05.08.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Selîm El Cibûrî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emniya Iraqê û rewşa bereyên rûbirûbûna terorîstan xistin ber behs û tekez li ser azadkirina bajarê Musil û navçeyên dinê li bin destê terorîstên Da'îş kirin.

Her li vê hevdîtinê de Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê û şanda li gel carekî din spasiya Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kirin ku wê hejmara zêdeya penaber û lêqewimiyên hemû pêkhatan li Kurdistanê hewandine û ragihandin ku tu demekî vê helwestê ji bîr nakin.

Li mijareke dinê hevdîtinê de rewşa navçeyê bi giştî û çawayiya hevkarî û hemahengiya di navbera aliyên siyasiyên Iraqê guftûgo kirin.
Top