HDP û CHP: Tirkiye dê qet perçe nebe
Hevdîtina herdu aliyan ku ser daxwaza Demîrtaş bû, li miqamê Meclisê yê Kemal Kiliçdaroglu çêbû û 35 xulakan dewam kir.
Cîgirserokên Koma CHPê Engin Altay û Levent Gok û Cîgirserokên Koma HDPê Îdris Baluken û Pervîn Buldan jî beşdarî hevdîtinê bûn.
Piştî civînê Engin Altay derbarê hevdîtinê de daxuyaniyek da.
Altay da zanîn mijara wan a serekê pevçûn û aloziyên vê dawiyê li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê bû.
Altay got, bila hemû kes dilrihet bin, Tirkiye dê qet perçe nebe û wiha domand:
“Teror ji kîjan alî were jî nayê qebul kirin. CHP bi ti awayî kuştina mirovan qebul nake. Em hêvî dikin ku helwesta hemû partiyên siyasî li hemberî kiryarên terorî yek deng be.”
Cîgirê Serokê Koma CHPê banga çekdanînê li PKKê kir û jê xwest zimanê aştiyê bikar bîne.
Ji aliyê din ve Cîgirserokê Koma HDPê Îdris Baluken jî derbarê civînê de daxuyaniyek da.
Baluken wiha got: “Em vê yekê eşkerî dibêjin di rojeva Tirkiyeyê de qet mijara perçebûnê nîne. Bila hemû civaka me ji vê yekê piştrast bin. Em bawer dikin ku di yekbûyiya Tirkiyeyê de çek dê ji holê rabin û çareseriya siyasî ya demokratîk dê pêk were.”
Balûken herwiha got : “Em dibêjin pêwîst e çek ji dewreyê bên derxistin. Divê her du alî jî destên xwe ji tetîkê bikişînin. Em di wê baweriyê de ne ku pêwîst e derbasî aramiyê bibin.”
Rudaw
