• Wednesday, 18 February 2026
logo

Şanda Zergelê ya HDPê gihîşt Başûrê Kurdistanê

Gulan Media August 4, 2015 Nûçe
Şanda Zergelê ya HDPê gihîşt Başûrê Kurdistanê
Şanda HDPê ya ku ji bo lêkolîna bûyera gundê Zergelê yê Qendîlê pêk hatibû, gihîşt Başûrê Kurdistanê.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand, şanda HDPê bîstekê beriya niha gihîşt bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê.

Şanda HDPê, ku ji parlamenterê Rihayê Osman Baydemîr, parlamenterê Sêrtê Qedrî Yildirim, parlamentera Stenbolê Huda Kaya, alîkarê Serokê Giştî yê HDPê Nazmî Gur û endama rêveberiya HDPê Hatîce Altinişik pêk hatiye, dê serdana gundê Zergelê yê Başûrê Kurdistanê bikin û bûyera kuştina sivîlan ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve lêkolîn bikin.

Di vegerê de îhtimal heye şanda HDPê bi rayedarên Herêma Kurdistanê re jî hevdîtin bikin.

Di êrişa balafirên şer ên Tirk de li ser gundê Zergelê, 9 sivîl 2 gerîla şehîd bibûn û 11 kes jî birîndar bibûn.

Dewlet û artêşa Tirkiyê dibêjin, Zergelê gund nîne kampa PKKê ye û di wê êrişê de jî sivîl nehatine kuştin!

Rudaw
Top