Amerîka: Iraq dê bibe 3 dewlet
Li gorî kovara amerîkî ya Forigen Policy, berpirsê îstixbarata Pentagonê general Vincent Stewart gotiye, li Rojhilata Navîn hinek welatên mîna Iraqê êdî venagerin ser rewşa xwe ya berê û dê ji hev belav bibin û sînorên nû dê li gorî etnîsîteyan bên kişandin.
Stewart herwiha diyar kir ku eger Iraq parçe bû divê Amerîka ji hevalbendên xwe yên kurd û Tirkiyê, yek hilbijêre û wiha gotiye:
“Ev mijar beriya ku Tirkiye tevlî hevpeymaniya dijî DAIŞê bibe û êrişî PKKê bike, hatibû gotûbêjkirin”.
Li gorî kovara Foregen Policy, eger Tirkiye ji NATO bixwaze di şerê PKKê de alîkariya wî welatî bike Amerîka dê bikeve nav rewşek tengav çimkî li Sûriyê kurd di şerê DAIŞê de bûne hevalbendê Amerîkayê.
Rûdaw
