• Wednesday, 18 February 2026
logo

DYA: Me divê PKK ji nûve ligel hikûmeta Tirkiyê dest bi danûstandinan bike

Gulan Media August 4, 2015 Nûçe
DYA: Me divê PKK ji nûve ligel hikûmeta Tirkiyê dest bi danûstandinan bike
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Mark Toner got: ''Me divê PKK dest ji tundiyê berde û ji nûve ligel hikûmeta Tirkiyê dest bi danûstandinan bike.''

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Mark Toner got: ”Me divê PKK dest ji tundiyê berde û ji nûve ligel hikûmeta Tirkiyê dest bi danûstandinan bike.”

Toner di civîneka rojane ya ragehandinê de axivî û behsa destpêkirina şerê di navbera PKK û dewleta Tirkiyê de kir.

Rojnamevanan pirsa êrîşa xwekujî ya PKK’ê ku li Bazîdê kiribû û di encam de 2 leşken miribun 24 leşker jî birîndar bibûn, kirin. Toner diyar kir ku êrîşên bi vî awayî tundûtîjiyê gur dike û got: Me divê ev êrîş bidawî bibin. PKK dest ji tundiyê berde û ji nûve ligel hikûmeta Tirkiyê dest bi danûstandinên aştiyê bike.”

Toner herwiha derbarê zirara ku digehe xelkê sivîl jî axivî û daxuyand ku ew naxwazin nûçeyên bi vî awayî bibhîsin ku zirar gehiştiye xelkên medenî, jiber vê jî got ku divê dewleta Tirk jî ji kiryarên wesa dûr bisekine.

Basnews
Top