Li Şirnexê 2 leşker û cerdevanek mirin
Di navbera Besta û Cûdî de otomobîla serbazî pê li bombeya çandî kir û paşî di navbera gerîlayên PKK û leşkerên Tirk de pevçûn rûda. Di encam de 2 leşker û cerdevanek mirin.
Li Şirnexê leşker û cerdevan ketin kemîna gerîlayên PKK’ê û di encam de 2 leşker û cerdevanek mirin. Li gor agahiyan îro di demjimêr 08:00’ê danê sibê, di navbera Besta û Çiyayê Cûdî de, li ser riya Balveren û Şirnexê, karwana leşkerên Tirk kete kemîna gerîlayên PKK’ê.
Hate gotin ku otomobîlekê leşkerî pê li bomba çandî kiriye û paşî gerîlayan bi çek êrîşê karvanê kirine. Di encama şer û pevçûnan de 2 leşker û cerdevanek mirine.
Hate gotin ku leşkerek jî birîndar bûye û piştî vê êrîşê artêşa Tirk li herêmê operasyonek daye destpêkirin.
Basnews
