HPG: 50 leşkerên tirk hatin kuştin
Hêzên Parastina Gel (HPG) di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand Hêzên me yên gerîla roja 2yê Tebaxê saet 03:00’an li herêma Serhedê çalakiyek berfireh pêk anîne. Ev çalakiya ku li hemberî Qereqola Karabûlakê hat lidarxistin bi fedayiyane de hatiye kirin.
HPG got: “Çalakiya bi şêwazê fedayiyane û berfireh li hemberî Qereqola Karabûlak a girêdayî navçeya Bazid a Agiriyê hat lidarxistin bi wesayîteke 5 ton teqemenî hatiye kirin. Wesayîta ku ji deriyê qereqolê ket hundir, di dema ku li baxçeyê qereqolê de nêzîkî 30 leşker hebûn hatiye teqandin. Bi teqînê re avahiya qereqolê, birc û hemû çeper bi temamî hatine îmhakirin. Bi teqînê re cebilxaneya qereqolê jî teqiyaye û di encama wê de jî 2 wesayîtên zirxî û otobusek bi temamî îmha bûne.”
HPGê da zanîn, ku gerîlayê ku çalakiya fedayî pêk aniye nave wî Mûrat Butun e û xelkê bajarê Wan li Bakurê Kurdistanê ye û nasnavê wî yê tevgerê jî Êrîş Andok bûye.
HPGê diyar kir, di qereqola Karabûlak a ku nêzî 80 – 100 leşkeran têde, zêdetirî 50 leşker mirine û tekez kir ku hejmara kuştî û birîndarên artêşa Tirkiyeyê hêj zêdetir in û bi hejmara dawî nehatiye yekalîkirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê herwiha destnîşan kir ku pêngava şehîd Şervan Varto di bersiva Komkujiya Zergelê de hatiye encamdan û dê bi rihê xwefedakirinê bidome.
