PDKê civîna Lêjneya Hiqûqê ya parlamentoyê boykot kir
Peyamnêrê Rûdawê ragihand, Lêjneya Hiqûqê ya Parlamentoyê îro danê sibê ji bo nivîsandina pêşniyara sererastkirina qanûna Serokatiya Herêma Kurdistanê civiya.
Alîkara Serokê Lêjneyê, Bihar Mehmûd li ser civînê ji Rûdawê re got, ev cara duyemîn e em dicivin lê emê îro rapora xwe ya dawî li ser sererastkirina qanûna Serokatiya Hreêma Kurdistanê amade bikin.
Li gorî agahiyên Peyamnêrê Rûdawê, nûnerên PDK, tirkmen û mesîhiyên Başûrê Kurdistanê civîna lêjneya hiqûqê boykot kirin û tevlî civînê nebûn.
Lêjneya Hiqûqê roja 29ê Tîrmeha îsal jî civiyabû. Di wê civînê de Serokê Parlamentoyê Yûsif Mihemed, nûnerên YNK, Gorran û Yekgirtûya Îslamî beşdar bibûn. Di wê civînê de jî nûnerên PDK, tirkmen û mesîhiyan beşdar nebibûn.
Ev demek dirêj e partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li ser çareserkirina kirîza serokatiyê di diyalogê dê ne.
Rayedarên PDKê dibêjin, madem Destûra Kurdistanê tê nivîsandin pêwîst nake qanûna serokatiyê were sererastkirin ji ber wê jî PDK û aliyên nêzîkî wê tevlî civînan nabin.
Heyama serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî 20ê vê mehê xilas dibe. PDK pêşniyar dike bila Barzanî 2 salên din jî li ser kursiya xwe bimîne lê partiyên din vê yekê qebûl nakin.
Parlamentoya Kurdistanê lêjneyek ji bo nivîsandina Destûrê pêk anîbû.
Rudaw
