Fermandariya YPG’ê bîlançoya şerê Hesekê eşker kir
Di civînê de Fermandara YPG/YPJ’ê Ezame Denîz got: Di destpêkê hêrîşên komên çekdarên DAIŞ`ê ku di 24’ê Hizêranê li ser Hesekê hate kirin, hêrîş li ser herêmên di bin destê rêjîma Sûriyê de pêk hatin ku hêrîş destpêkê li Başûrê Hesekê li dijî gundên Aliya û Meqbera, her wiha Şîrketa Xezil pêk hat, çekdarên DAIŞ`ê dest danîn ser wan navendên ku berê di bin destê hêzên rêjîmê de bûn, çekdarên DAIŞ`ê paşê ketin taxa Neşwa Rojhilat û Neşwa Rojava, Xêran, Ezîziyê û Vêlatê Sor. Em dikarin bibêjin ku bajar ji aliyê Çerxeriya Basil ve hate dorpêçkirin.
Piştî ku hêzên rêjîmê xwe kişandin, çekdarên DAIŞ`ê nêzî herêmên di bin serweriya YPG’ê de bûn, li ser daxwaza gelê herêmê bi hemû pêkahateyên wê û bi taybet pêkahteyên Ereb ku hêzên me berisva çekdarên DAIŞ`ê bidin û wan ji bajar derbixin, fermandariya YPG’ê erênî bersIv da gelê bajar û hemele li dijî çeteyan dan destpêkirin.
Hemeleya rizgarkirina bajar di 3 qonaxan de pêk hat ku bi vê awayî bûn:
- Qonaxa yekemm bi rizgarkirina taxa Ezîziyê û Xezil, her wiha gundên derdora wê, her wiha xeta di navbera Çemê Xabûr û Çiyayê Kokeb, her wiha gundên Ub El-Şok, Felaha û Humir ji çekdarên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin.
- Qonaxa duyemîn jî hêzn me çekdarên DAIŞ`ê kirin çemberê û riyên ku çekdarên DAIŞ`ê bi kar tanîn girtin, di vê qonaxê de hêzn me Dibistana Ajokarî, Pira Ebyed, Girtîgaha Zarokan, Navenda Ceyranê, gundên Aliya, El-Meqbera, Recman, Vêlatê Sor û Şirketa Keviran ji çekdarên DAIŞ`ê paqij kirin.
- Di qonaxa sêyemîn de jî hêzên me dest bi hemleya rizgarkirina taxan kirin û taxa Neşwa Rojava,Rojhilat û Zangîngeha Zanistî, Nexweşxaneya Zarokan, Stadyoma û taxa Zihûr, her wiha Resafê hatin rizgarkirin ku rizgarkirin bi alîkariya hêzên Asayîşê û hêzên parastina cewherî pêk hat.
Derbarê amara şerê 36 rojan Enîz ev tişt anî ziman: ̎Hêzên me di şerê 36 rojan de 386 çekdarên DAIŞ`ê kuştin,termên 117 çekdarên DAIŞ`ê ketin destê hêzên me.
Di hemeleya me de hejmarerk serçete hatin kuştin, di nav wan de waliyê Hesekê û Waliyê Dêra Zorê jî hebûn.
Hêzên YPG dest danîn ser 338 Kilaşînkof, 20 BKC, 17 ARC, 116 topên ARC, 76 bombeyên destan, 32 bombekşin(tivingên nêçîrê), 6 Damançe, 4 M16, 2 qernas, 2 çekên Ozî, bi dehan bombe û mayîn, gelek guleyên kilêşên, her wiha gelek cebilxanyên cûda ku dûrbîneke şevê jî di nava de, 1 Hawan, 2 Hawarnê 60, 6 Tang, 2 Panzêr, 18 tirmpêlên leşkerî, topek, kamyonek, 7 Doçkayên 12.5, doçkayek 14.5 û motorskilêtek destser kirin.
Denîz di berdewama axaftina xwe de got ku di hemleyê de 21 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dane.
Denîz, da zanîn ku dê Hesekê bibe mîna Sûriyeya biçûk û dê bibe mînaka jiyana hevbeş û biratiya gelan û got: Em soz didin gelê xwe ku em bi hemû hêza xwe ji bo azadî û demokrasiyê têbikoşin.
Xendan
