• Wednesday, 18 February 2026
logo

Pentagon: Iraq êdî wek dewletek yekparçe namîne

Gulan Media August 3, 2015 Nûçe
Pentagon: Iraq êdî wek dewletek yekparçe namîne
Berpirsê ajansa îstixbarata Pentagonê general Vincent Stewart dibêje, êdî Iraq venagere rewşa berê û dê bibi se parçe: Kurd, Sunnî û Şîe

Li gorî ajansa amerîkî ya Forigen Policy, berpirsê îstixbarata Pentagonê general Vincent Stewart gotiye, li Rojhilata Navîn hinek welatên mîna Iraqê êdî venagerên ser rewşa xwe berê û dê ji hev belav bibin û sînorên nû dê li gorî etnîsîteyan bên kişandin.

Stewart her wiha diyar kir ku eger Iraq parçe bû divê Amerîka ji hevalbendên xwe yên kurd û Tirkiyê, yek hilbijêre û wiha gotiye:

“Ev mijar beriya ku Tirkiye tevlî hevpeymaniya dijî DAIŞê bibe û êrişî PKKê bike, hatibû gotûbêjkirin”.

Li gorî ajansa Foregen Policy, eger Tirkiye ji NATO bixwaze di şerê PKKê de alîkariya wî welatî bike Amerîka dê bikeve nav rewşek tengav çimkî li Sûriyê kurd di şerê DAIŞê de bûne hevalbendê Amerîkayê…

Rudaw
Top