Hikûmeta Herêmê bo salvegera ‘karesata Şengalê’ peyamek weşand
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi mûnasebeta yekemin salvegera karesata Şengalê peyamek weşand û diyar kir ku wê hewlên rizgarkirina devera Şengalê û her wiha xuşk û birayên Êzdî berdewam bin.
Encûmena Wezîran a Herîma Kurdistanê di salvegera yekem a karesata Şengalê de peyamek weşand û carek din serxweşiya xwe ji bo kes û karên şehîdan û qurbaniyên karesatê ragehand.
Encûmena Wezîran got: ”Bi mûnasebeta dagirkirina bajarê Şengalê û dewrûberên wê ji aliyê terorîstên DAIŞ’ê ve ku roja 3/8/2014 terorîstan êrîşê ser vî şarî û gundên wî kirin û bi şêweyek pir dirindane herjamrek zêde yên hemwelatiyên deverê û bi taybet Kurdên Êzdî jenosîd kir û destgîr kir, bi hezarên din jî koçber û derbeder kir, di vê roja xemgîn de em hevxemî û serxweşiya xwe bo kes û karên şahîd û jenosîdkiriyên vê karesatê radigehînin.”
Di peyamê de hate gotin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewl daye ku wan kesên hatine revandin rizgar bike û heta rêjeyek jî serkeftî bûye û dê ev hewl jî berdewam bibin.
Berdewama peyama Encûmena Wezîran wiha ye: ”Li aliyekê din ve Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser asta navdewletî jî karek zêde kiriye bo jenosîdnasandina karesata Şengalê, hewlên wê berdewamin û ji bo vê jî çi pêwîst be dê bête kirin. Her wiha bi hemû şêweyek havkarî û alîkariya wan koçberan berdewam dikin û niha li deverên cûda yên herêma Kurdistanê di nav kampan de dijîn.”
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê di peyama xwe de destxweşiya Hêzên Pêşmerge jî kir ku bi azayane kariye wan deverên bin dagirkeriya terorîstan de rizgar bike û got: ”Bi hêviya ku di demek nêzîk de bajarê Şengalê bi temamî li destê terorîstan rizgar bibe û xelkên deverê jî bi serbilindî û bi rêz û hurmet vegerin cih û warên xwe. Hikûmeta Herêmê jî di vê mijarê de alîkariyên xwe berdewam dike.
Di peyamê de hate destnîşankirin ku wê ji bo rêzgirtina şehîd û jenosîdkiriyên vê karesatê, li hemû dezgehên hikûmetê dê îro demjimêr 10:00’ê sibê, du xulek bê deng rawestin.
Basnews
