Barzanî qurbaniyên karesata Şingalê bibîr tîne
Îro bi helkefta yekemîn salvegera karesata Şingalê, li piraniya bajar û deverên Başûrê Kurdistanê çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin.
Li Dihokê jî merasimek ji bo vê helkeftê tê sazkirin û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî beşdarî wê merasimê dibe.
Barzanî ku bîstekê beriya niha serdana pêşangeha wêneyên ku li ser jenosîda Şingalê hatine kişandin, kir dê gotarekî jî bi wê helkeftê pêşkêş bike.
Rudaw
