Times: Êrîşa Bazîdê Tirkiye nêzîkê şerê navxweyî kir
Rojnameya Times a Brîtanî amaje bi wê yekê da ku êrîşa xwekujî ya PKK’ê ya li Bazîdê Tirkiye nêzîkê şerê navxweyî kir.
Rojnameya Times di raportek xwe de behsa êrîşa gerîlayên PKK’ê ya xwekujî kir ku li dijî baregahekê navçeya Bazîda Agirî encam dabûn û diyar kir ku bi vê êrîşê Tirkiye nêzîkê şerê navxweyî bûye.
Di raportê de hate gotin ku, piştî firokên Tirk li Qendîlê êrîşê ser xelkê sivîl kir û 8 kes kuştin, ev êrîşa Bazîdê jî bi traktorek bombebarkirî pêk hat.
Di raportê de hate diyar kirin ku piştî êrîşa xwekujî ya li Pîrsûsê dewleta Tirk di bin navê ”Tekoşîna li dijî terorê de nêzîkê hezar kesan girtiye û piraniya wan jî Kurd in. Her wiha êrîşên esmanî jî piranî li dijî PKK’ê bûye.
Di raporê de wiha tê gotin:
”Firokeyên şer li Diyarbekirê radibin û baregahên PKK’ê bombebaran dikin. Diyarbekir paytexta herêma Kurda ye û PKK tê de bi hêze, eve jî sosretek qederê ye. Jinek dibêje ‘her ku firoke radibin em dibêjin dê dîsa hindk kes bêne kuştin’. Her ku êrîşên hewayî zêde dibe, hêrs û turebûna xelkê jî zêde dibe.”
Rojname di raportê de cîh dide nirxandinên xelkê Diyarbekirê jî ku dibêjin armanca van êrîşan ewe ku, AKP dixwaze dengên di hilbijartinên 7’ê Hezîranê wenda kiribû, carek din bidest bixe.
Basnews
